![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ez Çivîkekim
30/05/2011
Ez çivîkekim. Li ‘ezmana, li ser kevira, li ser çema, li ser çîya û bahra difirim. Carna bi kêf û carna jî bi tirs. Li vêdera, ji min re carna talûke hene. Carna heywanê ji min mezintir û xurttir derdikevin pêşîya min. Wexta ez wan dibînim ez xwe vedişêrim. Ez dikevim qula ya paş dara û kevira. Ji ‘ezmana di tiştê li hewa û li erdê gişa ez dibînim. Hinek tişt heni li ‘erdêni dimeşin. Wek ma’ra, wek pez û dewara, wek kêzika. Hinek tişt jî heni li hewa wek min difirin. Wek kevoka, wek mînmînîka, wek leglega. Hinek tişt heni li ‘ezmanani û gelekî mezinin. Wek rojê, wek hîv û stêrka. Bi rasti, gelek şansa min heye. Her tişt ji min de tê xwanê. Ji alîkî din jî şansê min heye. Wexta ku zelzele çêbivi û ez li hewa bim tiştek bi min nayê. Ezê ji xwer bifirim û tiştek bi ser mi di nakevi. Ez carna ji xweri ji jor di li dinyayê dinerim. Gelek tişt li dinyayê çêdibin. Carna ava bahra li bin guhê hev dikevi gelek welat di bin avêdi dimînin. Hinek çol heni iro çîya lê heni, dibi sibe ez dinerim ew çîya nemayi, ji ber bayê xurt. Carna baran tê, her der dibi herî. Carna berf tê her der sipî dibi. Carna tarî dibi û carna jî hivron. Bi rastî mere çivîk bi xweşi. Bi xêra bazikê xwe ez difirim her derê. Û hem jî ez zu digêm cîyê xwe. Le tiştekî din li dinyê heyi wîya bala min pir kişand. Ewîya xwedî aqili. Ji ber ku xwedî aqili kari gelek tişta biki û bi aqlê xwe başî û xerabîyê ji hev derdixe. Bi rastî, ji mere başî û xerabî tuneye. Le bela ew xwedî aqili ji wîre heye başî û xerabî. Ji vîyê xwedî aqil re dibêjin mirov (însan). Ev mirov gelek tişta dike. Giş jî bi xêra aqlê xwe. Nikare bifire le tiştna çêdiki wî difirîne, yanî ew jî dibi wek ku bifire. Ê, li ser bahra, ji mahsîya zutir derin. Bi rastî ev aqil nîmetekî gelkî mezini. Tev vi aqlê ku mere zani rastî çîyi mirovê ku xerabîyê jî dikin heni. Ez gelek mirovê xerab dibînim ta’deyê li hev dikin. Ê xurt, bi teyyara li ê qels dixin.Min mirovê baş jî dîtin. Wan mirova Ji hev hez dikirin. Başîya hev duxwastin û di tiştê başdi alî hev dikirin. Ewanê ku ji hev hezdikirin min jî ji wan hezkir. Bi xatirê we. ÇİVÎK. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |