![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Êvar…
15/05/2011
Êvar, bandorek gelek mezin li ser însana çêdiki. Di rojêdi meşxelê insan pirin. Le êvar… Bi rojavare(güneşin batmasıyla), bi bandora xweyî pir, wek baranê li ser însana tê xwarê êvar. Belkî ça’vê însana bi roj gelek dur nabîne, le êvarî însan bi dilê xwe, bi fikrê xwe û bi evîna xwe gelek dur dibîne. Êvar, bazika bi însanare çêdike. Û wî li gelek dera difirîni. Xeyal, êvarî xwe li mere digirin. Wek ku zivistanî însan xwe li agir bigiri. Tew, êvara ku ber bi şevêdi deri…Êvar, dil tenikîyê bi însanare çêdike.Çi his bi insanre hebin êvarî xwe davên derve. Êvar/şev, ji nivîskârare, ji evîndârare û ji helbestvânare gelek girînge. Ev girîngîya ji ber ku tiştê di wêde heniyi. His, helbest, civat, şevbihêrk, lihevpirsîn, dil tenikbun… Êvar, bi însanare dilnermîyê çêdiki, hêsira tîne xwarê û helbesta bi mere didi nivîsandin. Însan bi êvarê re carna dibi wek çivîka (bi xeyalê xwe difire), carna dibi wek zaroka( ji dil tenikî hêsira tîne xwarê), carna dibi wek… Ji însanri carna tenêtî jî lazimi. Timî di nav civakêdi jî mere nikari her tiştî biki. Carna taybetîyê însana jî heni. Gerek însan hebkî wext bidi taybetîyê xwe jî. Êvar, vê îmkana ku mere wext bidi taybetîyê xwe jî didi mere. Êvar, hênkayê çêdiki. Ji tişnari hênkayî lazimi, ji tiştnari germayî. Hinek gul heni êvarî vedibin, hinek belkî bi roj. Yanî girîngîyê êvarî pirin. Hisê êvarî kêm zêde xweşin. Hezkirina wê xweşi, helbestê wê xweşin, hîv û stêrkê wê xweşikin û meşa wê xweşi. Le ne tenê. Êvar, vedişêre: dara, heywana, kevira, însana… Le tiştna ji derdixi ji derve: stêrka, şevşevoka(yarasa),hîv, stêrk û xeyala. Di Qur’ana Piroz’di jî peyvê li ser êvarê/şevê heni: Welleylî, Leyletu-l qedr, Welfecr,Qumîlleyle îlla qelîla… Êvar, ji gelek alîyadi ji mereri nî’metek mezini. Em li kevokekî bifikirin. Ne ji êvarî, yanî ne ji tarîtîyê ba wê kevok çawa xwe ji ber pisîka û ji ber heywanê din veşarta? Ne ji êvarê ba gello merê çawa keys li raketinê banîya, ma dawîya îş tê? Xwedê Te’âlâ ji mereri êvar kiriye rihetî. Ne êvar ba wê şevşevok çawa derketana? Dîsa ne ji êvarê ba merê çawa hîv û stêrk bidîtana? Wê tiştek ne kêm baya? Wê, rojê, me neşewitanda? Ez bawer dikim ku hun jî heq didin min. Hemd ji Rebbê sibê û nivro û êvarî re. |
Yorumlar |
20/05/2011 13:31 selmun aleykum hewale heja bıra qe sere yazıye hebqi tevhewi heye yana hewşıke sıpas
ibrahim halil ASLAN Bİ XÊR BE 18/05/2011 16:53 VA RÛPELATEYE NÛ Bİ XÊR Û XWEŞİ Bİ.
BiRAYÊ ÎSLAMEDDÎN
SERFİRAZÎ Jİ TERE
SELAM Jİ TERE BİRAYÊ AZÎZ Û SERBİLİND. AZADÎYA ÎSLAM bi xêr û XWEŞ 18/05/2011 14:17 AZADÎYA ÎSLAM
AZADÎYA ÎSLAM şeva bé xew 16/05/2011 22:08 ez jî heq didim te. şev reşbun û dil xeşbun. Êvar, xezıne kı veşartıye.însani bé xew ancak dibıne. hasan63 |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |