• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi12
Bugün Toplam300
Toplam Ziyaret13093881
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
ÎRO Û BERÊ
08/05/2011

   

        Ji Hz. Âdem di û hetta îro, bi gotineke din, di dîroka însandi, lazmatîyê însan timî wek hev çêbune. Başî û nebaşî, di wexta Hz. Âdem di jî hebu û anha jî heyi. Habîl bi başîya xwe, Qabîl jî bi nebaşîya xwe, di pêşîyêdebu. Îro jî em dinerin di civakêdi başî jî heyi û xerabî jî heyi. Di dîroka însandi, ji ‘ewilîdi û heta anha zalim jî û mezlum jî hebun / û heni. Zalim belkî wê çağê Fîravun bu,  belkî Nemrut bu. Îro jî Nemrut û Fîravun ne tuneni. Hezkirin, wexta Hz. Yusuf û Hz. Zuleyha jî hebu û anha jî heyi. Belkî gelek tişt hatibin guhertin, le dil bi însana re timî heyi. Însan, wek berê çawabu,  îro jî, ji hev hezdiki. Dewlet, berêjî ava dibun û xera dibun, îro jî avakirin û xerakirina dewleta heyi. Berê jî ça’va hêsir dikir ( Hz. Yaqub ), îro jî gelek ça’v hêsir dikin. Hêsirkirina îroyî ça’va, li cîna ji ber zulmêyi, li cîna ji ber feqîrîyêyi, li cîna ji ber nesaxîyêyi…                             Em karin bêjin lazmatîye însana, kêm zêde, berê û îro hebuna wan wek hevi. Tiştê ku li me însana dikevi, yanî tiştê jimeri bi qîmet evi: Ku em başîyê zêde bikin û em xerabîyê kêm bikin. Xwedê Te’âlâ, Ji me, emirkirina başîyê û qedexekirina nebaşîyê  xwestîyi ji xwe. Em dilnerm bin. Em însana jibo suxrê xwe nebetilînin. Em dilê însana xweş bikin. Em wechê bi ken rê însana bidin. Xerabîya mere bera neghê însana. Berî her tiştî, di her peyv û şuxlê xwe di em rast bin. Em ji Xwedê timî başîye û xêrê bixwazin. Em çawa ji xwe re duxwazin, em werê ji birayê xwe yî Musluman jî ri buxwazın. Em xîyanetê bi emanetê hev nekin.                          Wexta ku em Musluman xweşik bifikirin si’ûda me pir heyi. Çunkî  însanekî baş li ku hebi em nêzîkî wîya ni. Em li dîroka însanê baş binerin: Hz. Âdem, Habîl, Hz. Yusuf, Hz. Îbrahîm, Hz. Meryem, Hz.muhammed (s.x.l.), Hz. Sumeyye, Mus’ab bîn Umeyr, Selman’ê Farizî, Bîlal’ê Hebeşî, Hz. Ebubekir, Hz. Ömer, Hz. Osman, Hz. Alî, Hz. Hatîce, Hz. Fatîma, Selahaddîn’ê Eyyubî… Belkî hun bêjin te nav pir rêz kirin, le jibo ku însanê baş bên fa’mkirin min mînak pir dan. Wexta ku em baş bin emê nêzîkî vana bin înşaallah. Em başîye ji hevre bixwazin û em ji hev hezbikin.

                    

Selam û  hurmet ji   wera                                                                 İslameddin DEMİRKAYA


1695 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

     11/05/2011 18:37

sayın hocam tebrik edyrm guzel bi yazı olmuş dewamını beklrız
ibrahim halil ASLAN

anadili     09/05/2011 00:28

bir okuyucu olarak "bizimgazete63"sitesinde kürtçe yazıların başlaması beni sevindirdi. umarım genç kürt yazarı islameddin kardeşimize başarılar dilerim. not:yazıların sonunda kürtçe bazı kelimelerin türkçe karşılıkları verilirse daha bilgilendirici olur.
hasan63

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Ketina Gogî - 25/04/2012
Ketina Gogî
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
Qelb - 18/01/2012
Qelb
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.293439.4509
Euro45.490745.6730
Hava Durumu
Saat
Site Haritası