• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi12
Bugün Toplam94
Toplam Ziyaret12911934
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
WÊ DERBAS BIBE
09/10/2021

   Hebû tunebû di demik borîda du heval hebûn û pir ji hev hezdikirin. Navê yekî Serhad bû, navê ê din jî Ferhad bû.  Le belê gundê wan cûda bûn. Di rojekê da ji dayik bûbûn. Di rojekê da çûbûn dibîstanê. Û di polekê da jî xwendibûn, ji ber ko di gund ê Serhad da dibîstan tunebû bi meş diçûn û di hatin ji dibîstana gundê Ferhad. Mixabin pir dijwar dibû le belê çare jî tunebû. Dema pola heşta qedîya, xwendin û nivîsandina wan pêşda çûbû. Le belê ji ber şert û mercan dibîstan ne domandin û herkes li gundê xwe jiyana xwe domand.

     Demik derbas bû Ferhad bîra Serhad kir û ji bona ser lêdanê çû gundê Serhad. Çi bibîne! Serhad di xanîyekî bi kevir û menzelikî (odakek) bi tenê da jiyana xwe didomîne. Halekî dijwar û belengaz da yi. Ji ber kû pir feqîrin. Dilê wi bi Serhad dişewiti û dibêji ev çi hali? Û dixwazi alîkarî ya wî bike. Le belê Serhad qebûl nake û dibêji. "Wê derbas bibe".

     Ferhad tê gundê xwe, le belê her tim aqil û ramanê wî li ser hevalê wî ye. Çend sal derbas dibe, dîsa rojekê biryar dide û bi rê dikevi û diheri mala hevalê xwe. Mixabin çi bibîne! Rewşa Serhad xweş bûye. Gelek pez û devarê wî çê bûye... Pir kêfxweş dibe û dibêji; Ev çawa bû? Tu bûye dewlemend. Serhad dîsa dibêji ev jî, wê derbas bibe. Pir kêfa Ferhad tê û vedigeri gund mala xwe, bi dilekî coş û kelecan.

     Mixabin çend salê din derbas dibin çûnda. Ferhad tê malê ji ber ajalan, weke civînikê li nav gund dibîne. Û pirs dike gelo ma çer bûye? Dibêjin; Li gundê cîranê me xortekî navê wî Serhad bû, çû ser dilovanîya xwe. Û em dikin herin sersaxîye.

      Mala minê! Ew hevalê Ferhad bû û mirî bû. Weke roj heri ava li ser Ferhad, le belê emrê Xwedê ser sera û ser çava bû û got; "Em ji cem Xwedê hatine û emê herin cem Xwedê". Û çûn sersaxîyê. Hal û sersaxî pirsîn, çay û qehwe vexwarin. Dema rabûnê Ferhad got; ez dixwazim herim ser mezelê hevalê xwe û bi dost û merîvê xwe ra çûn ser mezela. Mixabin li ser kevirê ber serê mezelê Serhad'î nivîsandibû. "Wê derbas bibe".

      Payiz derbas bû weke roj û şewikê û zivistan hat. Berf, baran, pûk û tozanê dest pê kir. Rojekê pir baran barî, merî di got; ji erdê av diheriki. Lehî çê bû û gelek tişt da ber xwe û çû. Ferhad xemgîn bû, dilê wî weke çûka di qefesê da perpiti. Û biryar da, di wê baranê da heri ser mezelê Serhad. Gelo ma dibe tiştek bûbe? Dema çû çi bibîne ax û herî û mezel tiştek nemayî. Bi temamî ber baranê çûye...


     Û rûdine dibêji; Wê derbas bibe! Mixabin li ser erdê her tişt wê derbas bibe. Fekîrî û dewlemendî, hebûn û tunebûn, xortanî û kal û pîranî ji wê biqedi. Hewceyî mîrov ji bona çend rojê dunyayê ne dilê kesikî bi hêle û ne dilê kesikî bişkîne.

     Bimînin di aşîtîyê da û hezkirinek mezin da.


15554 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
WXEDÎYÊ KUNDIR - 20/02/2018
WXEDÎYÊ KUNDIR
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.451932.5820
Euro34.798834.9382
Hava Durumu
Saat
Site Haritası